Rêveberiya Joe Biden plana vekisandina hêzên li Almanyayê rawestand

04 February 2021 17:34 0 dîtin
Rêveberiya Joe Biden plana vekisandina hêzên li Almanyayê rawestand

PeyamaKurd – Rêveberiya nû ya Amerîka ya bi seroktiya Joe Biden, plana ser vekişandina leşkerên Amerîkî yên li Almanyayê ku Serokê berê Donald Trump ragihandibû rawestand.

Fermandarê Bilind yê Hêzên Hevpeymaniya NATOyê û Hêzên Ewropa yên Amerîka Tod Wolters ji rojnamevanan re ragihand, Serok Joe Biden ferman daye ku ser biryara vekişandina leşkerên Amerîkî nirxandineke berfireh were kirin.

Woters got, Wezîrê Berevenîyê Lloyd Austin bi Koşka Spî re danûstandinê dike û ewê biryara ser plana leşkerên Amerîkî yên li Almanya piştre bide.

Fermandarê Amerîkî diyar kir, ew niha nizane wê kengî biryara leşkerên Amerîkî yên li Almanya be standin.

Li Almanyayê bi qasî 36 hezar leşkerên Amerîkî hene û li gorî plana Trump divê ji sê parên wan parek ji wî welatî bihatana vekişandin.