Rêveberiya Macron Konseya Îslamî ya Fransayê damezrand

28 December 2021 20:33 0 dîtin
Rêveberiya Macron Konseya Îslamî ya Fransayê damezrand

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rêveberiya Serokomarê Fransa Emanuel Macron, konseya îslamî damezrandiye ku ti pêwendiya wê bi komên radîkal û hêzên derve re tune ye.

Rojanmeya fransî Journal du Dimanche ragihandiye ku wê Konseya Îslamî dikeve şûna Konseya Navendî ya Fransayê (CFCM) ku sala 2003yan hatibû damezrandin.

Hatiye diyarkirin ku wê ew konseya îslamî li gorî yasayên laîkbûnê, azadiya ramanê  û rêzikên Komara Fransayê kar bike.

Konseya Îslamî ya Fransayê (CFCM) ragihandiye ku ew bikaranîna îslamê bo berjewendiyên siyasî red dikin û baweriyê bi wekheviya jin û mêran tînin.

Herwiha hatiye diyar kirin ku konsey sineta jinan, belgeya bekareta berî zewacê, nijadperestî û antisemitizmê red dike.