Rêveberiya Rojava biryar da hemû malbatên ji Sûriyê ji Kampa Holê bên derxistin

15 October 2020 17:08 0 dîtin
Rêveberiya Rojava biryar da hemû malbatên ji Sûriyê ji Kampa Holê bên derxistin

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Sûriyê bi biryarnameyekê ragihand ku hemû malbatên Sûrî yên dixwazin ji kampa Holê derkevin, wê werin derxistin.

Rêveberiya Rojava ragihand, li gorî civîna 5ê Cotmehê ya navbera Rêveberiya Xweser û Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) de li ser derketina hemû malbatên ji Sûriyê hat lihevkirin.

Li gorî biryarnameya hatiye weşandin, koçber wê li ser daxwaza xwe derkevin û ti zext li wan nayê kirin

Tê çaverêkirin biryara derxistina malbatên Sûriyê ji Kampa Holê li demeke nêzîk were bicihanîn.

Hêjayî gotinê ye, li Kampa Holê ji bilî koçberên Sûriye û Iraqê bi deh hezaran malbatên DAIŞê hene ku hîn jî rewşa wan nehatiye diyarkirin.