Ji Rêveberiya Rojava biryarên nû bo koronayê: Hemû deriyên sînor tên girtin
PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê çend biryar ragihandin ku di çarçoveya rûbirûbûna vîrusa koronayê de, hemû deriyên sînorî jî bi temamî ji çûnûhatinê re têne girtin.
Hevserokatiya Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser îro5ê Tîrmehê bi daxuyaniyekê ragihand, ji roja 13. 7. 2020an ve ji bo 14 rojan hemû deriyên sînorî bi temamî têne girtin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, her haleteke mirovî derbasî navçeyên Rêveberiya Xweser bibe, dê ji bo heyama 14 rojan bê karantînekirin.
Hevserokatiya Encûmena Cibicîkar da xuyakirin, ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa koronayê, derbaskirina cenazeyan jî ji bo herêmên Rêveberiya Xweser hatine qedexekirin.
Rêveberiya Xweser herwiha çend biryarên din jî ragihand û got, divê dûrketinê ji hevdu li perestgehan, komên serxweşiyê, semawend û civînên mezin bên girtin.
Li gorî wan biryaran, tenê xwendekaran heta ezmûnên xwe bidawî dikin, ji van hemû biryaran der in û ligel wê jî divê ew pabendî rêkarên tendirustiyê yên pêwîst bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin