Rêveberiya Rojava: Yên biryarên bo koronayê binpê bikin wê bên ceza kirin
PeyamaKurd - Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Sûriyê ji bo yên qedexeya derve û çûnûhatinê binpê bikin du biryar derxistin.
Li gorî biryaran, di çarçoveya qedexeya çûnûhatinê de, her dikana ku bê molet were vekirin, dê cara yekem bi 10 hezar lîreyên Sûrî bê cezakirin, û bo carên din dê cezayê darayî duqat zêde bibe û dukan jî heya dawiya qedexeya çûnûhatinê bê girtin.
Di biryara duyem de jî ku taybet e bi veguhastina giştî, Encûmena Cîbicîkar biryar daye, her otombîlek yan jî motorsîklêtek ku rê pê nehatibe dayîn, cara yekem dê bi 5 hezar lîreyên Sûrî bihê cezakirin, lê eger binpêkarî hat dubarekirin, dê cezay duqat zêde bibe û otombîl yan jî motorsîklêt ji xwediyên wan bêne standin.
Heta niha ti kes li Rojavayê Kurdistanê û herêmên din ên di kontrola Rêveberiya Xweser de bi vîrusa Covid-19 neketiye.
Rêveberiya Xweser di çarçoveya pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê de, 23yê Adarê qedexeya derketina derve li seranserê Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê ragihandibû ku hîn jî berdewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin