Rêveberiya Rojava banga rawestandina êrîs û binpêkirinan li NY kir
PeyamaKurd - Buroya Karûbarên Mirovî ya Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê, banga rawestandina êrîş û binpêkirinên artêşa Tirkiye û komên çekdarên bi ser wê ve li Neteweyên Yekbûyî kir.
Di daxuyaniyê de tê gotin, ji ber êrîşên berdewam ên li dijî sivîlan rewşeke ne aram li herêmê çêbûşe û rewşa mirovî aloztir bûye ku gelek sivîl neçarî koçberiyê bûne.
Hat diyarkirin, ev binpêkirinên sivîlan dikin armanc û qutkirina avê li ser Hesekê digihîjin asta tawanên şer û bang li NY û Civaka Navdewletî hat kirin, binpêkirinên berdewam ên Tirkiyê û çekdaran werin bidawîkirin.
Herwiha di daxuyaniyê de, bang li rêxistinên mirovî jî hat kirin ku bi berpirsyariyên xwe rabin û bersiva pêwîstiyên mirovî yên awarte yên sivîl û koçberan bi cih bînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin