Rêveberiya Rojava: Rejîma Esed pistgiriya parçekirina Sûriyê dike

14 May 2019 20:55 0 dîtin
Rêveberiya Rojava: Rejîma Esed pistgiriya parçekirina Sûriyê dike

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a Rojava bi daxuyaniyeke nivîskî bersiv da nameya rejîma Sûriyê ku ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re şandibû û tê de HSD û Rêveberiya Xweser bi xayîntî û berpirsiya komkujiyan tawanbar kiribû.

Rêveberiya Xweser destnîşan kir, li şûna Rêjîm piştgiriya keda wan a aramkirin û yekirina xaka Sûrî bike, rê li ber parçekirin û aloziyê vedike.

Rêveberiyê bal kişand ser ‘destdirêjî û dagirkeriya Dewleta Tirk li ser axa Sûrî’ û ev daxuyanî da:

“Dewleta Tirk niha bi lêkirina dîwar li Efrînê; Sûrî parçe dike û qanûnên navdewletî binpê dike. Me nedît rêjîmê ev yek li gel Konseya Ewlekariyê û NY gilî kiriye.”

Rêveberiya Rojava li ser xwepêşandan û protestoyên li Dêrazorê çêdibin jî wiha got:

“Tişta li wir çêdibe, li Şamê jî çêdibe. Lê hin aliyên girêdayî Rêjîmê hewl didin fitnê û tevliheviyê di navbera pêkhateyan de derxin. Çareserî tenê bi riya diylogê pêkan e û ev helwest rê li ber çarerseriya yekîtiya niştîmanî digire.”