Rêveberiya Xweser a Rojava deriyê Sêmalka ji Basûr re girt

27 February 2020 21:35 0 dîtin
Rêveberiya Xweser a Rojava deriyê Sêmalka ji Basûr re girt

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) bi daxuyaniyekê ragihand ku wan li ser daxwaza Desteya Tendirustiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li gorî berjewendiya giştî biryar daye heta demeke nediyar deriyê Sêmalka yê digel Herêma Kurdistanê were girtin.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku ji roja 1ê Adarê ve bi awayekî temam deriyê Sêmalka hatiye daxistin û ev jî ji bo rêgirîya belavbûna vîrusa korona li navçeyên Rêveberiya Xweser e.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de wiha hat gotin:

"Li gorî rapora Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hejmar 27 di dîroka 27-2-2020`an de û li gorî pêwîstiyên berjewendiya giştî hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev biryar dan:

Deriyê Sêmalka bi herêma Kurdistanê re ji 1-3-2020`an ve bi temamî heya demek ne diyar tê girtin. wek tedbîrek ji bo ku rê li pêşiya belavbûna nexweşiya Corona li herêmên Rêveberiya Xweser were girtin.

Ev biryar heya dema kontrolkirina vîrûsê û derbaskirina wê derbasdar e.

Derî wê bi rêya biryara hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê were vekirin.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser girtekên hişyarî girtibûn. Kesên dihatin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya nuqteyên xwe ezmûn dikirin. Heta ku piştrast bibin ku bi vîrûsa Corona ne nexweş in."