Rêvebirên Kurdistanê pîrozbahiyê li serokwezîrê Iraqê û li kabîna wî kirin
PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema avakirina hukumeta nû ya di bin serokwezîrtiya Muhammed Şiya Sudani de li Bedayê, bi rêya telefonê û di ser hesabên xwe yên medya civakî de pîrozbahiya Sûdanî kirin. Li gor ragihandina baregeha serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, serok Barzanî bi telefonê bi serokwezîrê Iraqê Sûdanî re axifiye.
Serok Barzanî di rêya telefonê de Sûdanî pîroz kiriye, di karê wî yê serokwezîrtiyê de jê re serkeftinê xwestiye û behsa girîngiya koordinasyona her dû terefên Kurdistanê û Bexdayê kiriye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo çareseriya pirsgirêkan amade ne
Li gor ragihandina malpera serokatiya Herêma Kurdistanê; serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serokwezîrê Iraqê yê nû Sûdanî û endamên kabîneyê pîroz kiriye û ragihandiye ku ew amade ye ji bo pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de hene, çareser bike. Barzanî bi sedema vê pêngavê xelkê Iraqê jî pîroz kiriye û weha gotiye:
“Ev pêngav, bila bibe bersiva destpêka dawîlêanîna êş û azara ku xelkê Iraqê kişandiye, bila bibe çareseriya pirsgirêk û krîzan, geşepêdana aboriyê, pêşdebirina xizmetê, bila bibe bersiva daxwazên xelkê yên ji bo îstîqrar û ewlehiyê.
Em desteka xwe ya ji bo hukumeta nû radigihînin, ji bo biserbikeve û sozên ku daye, bicîh bîne. Weka her carî, em wek Herêma Kurdistanê dubare dikin ku pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hene, di çarçoveya destûra Iraqê de û di rêya diyalogê de çareser bikin. Ji bo çareseriya pirsgirêkên Iraqê yên di rewşa heyî de, em dibêjin ji bo çareser bikin, wezîfe û berpirsiyariya herkesî heye.”
Peyama destekê ya serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo Sûdanî:
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema Sûdanî bû serokwezîrê nû yê Iraqê, Sûdanî pîroz kir û got:
“Ji bo destpêkekî nû di têkiliyên navbera Erbil û Bexdayê de, destekê didim we.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku bi serokwezîrê nû yê Iraqê bi Muhammed Şiya Sudani re di rêya telefonê de axifiye û wî pîroz kiriye. Barzanî gotiye ku pêdiviya welat bi hevkariyê heye û weha dewam kiriye:
“Min soz daye ku di têkiliyên di navbera Erbil û Bexdayê de, di şûna dijberiyê de, em diyalogê teşwîq bikin û ji bo destpêkekî nû ez ê destekê bidim wî.”
Di parlementoya Iraqê de, hukumeta nûh bi tevlîbûna 253 parlementeran civîn kir û serokwezîr û 21 wezîr dengên baweriyê sitendin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin