Rêvebirya taybet ya Mûsê bi berfê re ketiye belayê
PeyamaKurd – Tevî ku demsala baharê destpêkiriye, li bajarê Mûşê tîmên rêvebiriya taybet ya parêzgehê bi berfê re têdikoşin. Qaliniya berfê li gelek deveran gihaye 10 metreyan. Tîmên rê ragihandin ku di rojê de tenê dikarin 100 metre rê ji berfê paqij bikin.
Tîmên rêvebiriya taybet wexta rê vedikin, dibêjin ku mesele ne tenê paqijkirina rê ji berfê ye. Divê haya wan ji aşîtên berfê jî hebe. Ji ber aşîtên berfê ji ber helandina berfê û dengê xebata makînê talûkeye û dikare her wext bi ser wan de were.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin