Rewsa lezgîn a li Nexwesxaneya Cenînê: Nexwes bê xwarin û derman mane

02 September 2024 10:31 0 dîtin
Rewsa lezgîn a li Nexwesxaneya Cenînê: Nexwes bê xwarin û derman mane

PeyamaKurd – Parêzgarê bajarê Cenîn ê Şerîeya Rojava Kemal Ebû Rubb diyar kir ku nexweşên li Nexweşxaneya Cenînê bi rojan e ji xwarin û dermanan bêpar mane.

Di civîna çapemeniyê de Ebû Rub daxwaz kir ku dorpêça li derdora nexweşxane û navendên tenduristiyê yên li bajêr bi dawî bibe.

Ebû Rub bal kişand ser wê yekê ku nexweşxaneya Cenîn di bin dorpêçê de ye û got, "180 nexweş û 75 karmend, tevî karmendên wan, ji xwarin û dermanan bêpar in."

Ebû Rub diyar kir ku bajarê Cenîn bûye 4 herêmên sereke û hemû hatine girtin, herwiha Ebû Rub diyar kir ku wêraniyeke mezin di malan de çêbûye û li qadê lêpirsîn ji gel re hatiye kirin.

Parêzgarê Cenînê Ebû Rubb diyar kir ku ji ber ku artêşa Îsraîlê hîna li bajêr e, li ser wêrankirina heyî nikarin tu xebatê bikin.

Îsraîlê di 28ê Tebaxê de ragihandibû ku ji Întîfada 2yemîn a sala 2002an vir ve êrîşa xwe ya herî tund û berfireh a bi navê Kampa Havînê li ser kampên penaberan ên li bajarên Cenîn, Tulkerîm û Tubasê yên li bakurê Şerîeya Rojava ya dagirkirî pêk aniye.