Rewsa Prof. Kadrî Yildirim ji ber nexwesiya koronayê giran bû

04 December 2020 16:17 0 dîtin
Rewsa Prof. Kadrî Yildirim ji ber nexwesiya koronayê giran bû

PeyamaKurd – Akademîsyenê Kurd û Parlementerê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Prof. Dr. Kadrî Yildirim ku ev demek e bi vîrusa koronayê ketiye rewşa tenduristiya wî giran bû.

Hat ragihandin, Prof. Dr. Kadrî Yildirim ku 24ê Mijdarê bi koronayê ketibû, rewşa tenduristiya wî giran bûye û roja Duşemê ew rakirine Nexweşxana Memorial a Amedê.

Li gorî zanyariyan Kadrî Yildirim niha li nexweşxaneyê di bin çavdêriya hûrî de hatiye razandin.

Hevsera wî Canan Yildirim giranbûna rewşa Kadrî Yildirim piştrast kiriye û ragihandiye ku 3 rojên dawî nikare biaxive û li nexweşxaneyê biryar hatiye dayîn tedawiyeke din ji bo wî pêk bînin.