Rêxistina Hevkariya Îslamî derba leskerî ya li Gabonê sermezar kir

30 August 2023 23:05 0 dîtin
Rêxistina Hevkariya Îslamî derba leskerî ya li Gabonê sermezar kir

PeyamaKurd - Rêxistina Hevkariya Îslamî derba leşkerî ya li welatê Gabonê ku vê sibê grûbekî leşker dest danîbû ser rêvebiriya Gabonê, şermezar kir. Grûba leşkerî ya ku dest danî ser desthilata Gabonê navê xwe danîbû Komîta Restorasyon û Derbasbûna Dezgeyan.

Rêxistina Hevkariya Îslamî bang li derbekaran kir ku bi nîzamî derbasî sazûmana destûrê bibin û ji nûh de qanûnan tesîs bikin. Rêxistin her weha ragihand ku pêşdeçûnên li Gabonê ji nêz de dişopînin.