Rêxistina Hevkariya Îslamî ji bo plana Trump dicive
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Rêxistina Hevkariya Îslamî ji bo peymana sedsalê ya Trump civîneke awarte li Cedayê li dar dixe.
Rêxistinê li ser hesabê twitterê ragihand, “civîna awarte wê li ser asta wezîrên derve were lidarxistin.”
Rêxistina Hevkariya Îslamî li dijî plana Trump a bo Îsraîl û Filîstînê derdikeve ji bo serxwebûna Filîstînê piştgiriyê dide.
Herwiha roja Şemiyê jî Komkara Erebî plana Trump red kiribû û dabû xuyakirin, qet ji bo pêkanîna wê planê alîkariyê nadin rêveberiya Amerîkayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin