Rêxistina Mafên Mirovan a navdewletî bang li welatên Ewropî kir

27 May 2021 12:00 0 dîtin
Rêxistina Mafên Mirovan a navdewletî bang li welatên Ewropî kir

PeyamaKurd – Rêxistina Mafên Mirovan a navdewletî (Human Rights Watch) ji bo welatiyên xwe yên DAIŞî ji Bakur û Rojhilatê Sûrî werbigirin bang li welatên Ewropî kir.

Rêxistinê diyar kir: “Ji bo wergirtina welatiyên xwe yên DAIŞî, wê name ji Danîmarka, Fînlanda, Norweç û Swêd re şandiye.”

Human Rights Watch bi daxuyaniyekê da zanîn, hejmara welatiyên ji bakurê Ewropayê li kampên Bakur û Rojhilatê Sûrî di nav de, 114 zarok di bin 6 salî, derdora 164 welatî ne.

Rêxistinê da zanîn: “Ne dûr e destê welatên navborî di zehmetiya rewşa malbatên DAIŞî li Bakur û Rojhilatê Sûrî de hebe” û weke “cezayekî komî” bi nav kir.

Sibata 2021ê jî serokê NY yê antî-terorê Vladimir Voronkov, di civîneke Konseya Ewlekariyê de piştrast kiribû rewşa derdora 27 hezar û 500 zarokên terorîstên DAIŞê li kampên Bakur û Rojhilatê Sûrî “cihê fikaran e”.