Rêxistina NY: Li herêma çekdarên Sûriyê milyonek zarok ji xwendinê bêpar in!
PeyamaKurd – Ofîsa Hevahengiyê ya Karûbarên Mirovî ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (OCHA) di raporekê de ragihand ku ji 2.2 milyon zarokên ku li bakurê rojavayê Sûriyê dijîn, yek milyon ji xwendinê bêpar in.
Bakurê rojavayê Sûriyê di bin kontrola çekdarên opozisyona Sûriyê de ye û li gorî OCHAyê ji ber berdewama şer û aloziyan niha yek milyon zarok ji xwendinê bêpar mane.
Herwiha ji ber rewşa ewlehiya herêmê, %57 ji xwendekarên qonaxa seretayî bê dibistan in û %80 xwendekarên qonaxa amadeyî nikarin bigihin dibistanên xwe.
Rêxistina OCHA di rapora xwe de eşkere kiriye, ji destpêka meha Cotmeha 2023yan û di encama aloziya ku li navçeya bakurê rojavayê Sûriyê de, ziyan gihîştiye 24 navendên perwerdehiyê, 120 hezar kes jî derbider bûne ku 40 hezar ji wan zarok in.
Li gorî raporên navdewletî, %50 ji navendên perwerdehiyê li seranserê xaka Sûriyê, ziyan gihîştiye wan û %50 ji zarokan jî qonaxa xwendina asta seretayî bidawî nekirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin