Rêxistinên sîvîl yên Hakkariyê xwestin ku deriyê Rûbarûkê vebe

24 August 2022 01:21 0 dîtin
Rêxistinên sîvîl yên Hakkariyê xwestin ku deriyê Rûbarûkê vebe

PeyamaKurd – Li gor ragihandina çapemeniya Hakkariyê, rêxistinên sîvîl yên pîşesaziyê civîneka çapemeniyê lidarxistine û xwestine ku deriyê navbera Başûrê Kurdistanê û Hakkariya yê bi navê Rûbarûkê vekin. Deriyê Rûbarûkê (Derecik) li navça Şemzînaye.

Nûnerên rêxistinên sîvîl li kolana Cumhuriyetê ya Colemêrgê civiyan û li ser navê wan serokê Ode ya Esnaf û Santkaran Muharrem Tekin axifî û got ku wan kampanya îmzeyê dane destpêkirin da derî vebe. Tekin xwest ku herkes destekê bide daxwaza wan.

Kesên tevlî civîna çapemeniyê bûn; serokê Ode ya Şofêr û otomobîlvanan Abdi Arslan, serokê Ode ya Esnaf û Sanatkarên Geverê Vedat Çoğaç, serokê Ode ya Şofêr û otomobîlvanan yê Geverê Selami Durna, gelek muxtar û hemwelatî bûn.