"Rêyek qanûnî tune Rûsya ji Neteweyên Yekbûyî bê derxistin"

31 December 2022 12:34 0 dîtin
"Rêyek qanûnî tune Rûsya ji Neteweyên Yekbûyî bê derxistin"

PeyamaKurd Di dema ku şer û aloziya di navbera Ukrayna û Rûsyayê de berdewam e, Cîgirê Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Polyanskiy bersiv da gotûbêjên li ser derxistina Rûsyayê ji endamtiya Neteweyên Yekbûyî. Polyanskiy di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, ji bo derxistina Rûsyayê ji NYê tu rêyeke qanûnî tune.

Alîkarê Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Dmitriy Polyanskiy li ser kanala Telegramê bi vîdeokonferansê diyar kir, tu rêyeke qanûnî tune ku Rûsyayê ji NYyê dûr bixe. Wî tekez kir, eger ev yek bi awayekî neqanûnî were kirin, wê bibe dawiya NY.

"Eger bê rakirin, NY êdî bêyî Neteweyên Yekbûyî namîne"

Di dema ku nîqaşên li ser pêvajoyê berdewam dikin de, "Gelo bêyî Rûsyayê NY dikare hebe?" Polyanskiy li ser pirsê wiha got: “Eger di teorîyê de kesek bi awayekî neqanûnî rêyekê bibîne ku me ji NYyê veqetîne, eger kesek bi awayekî wisa bike, helbet wê bibe têkbirina hemû sîstema têkiliyên navneteweyî. Wê NY êdî ne Rêxistina Neteweyên Yekbûyî be."

"Welatên Neteweyên Yekbûyî bi şandina çekan ji Ukraynayê re şer dirêj dikin"

Polyanskiy diyar kir, piraniya welatên di Neteweyên Yekbûyî de fêm dikin ku şandina çekan a ji bo Ukraynayê şer dirêj dike û got, "Gelek welatên bi vî rengî hene. Li hinek welatên rojava nûnerên wan hene ku tên û dibêjin ku em rewşê fêm dikin. Bê guman, em ne li bendê ne ku ew ji pozîsyona me bi mîkrofonê biaxivin. Ji aliyê din ve, em pir baş dibînin ku helwesta welatên pêşkeftî beriya her tiştî ber bi dûrbûna wekhev ve pêşketiye. Niha gelek hewcedar in ku dawî li pevçûnan bê û hewildanên berdewam ji bo dîtina çareseriyê.