Riha | Zilamekî pêsî jina xwe pistre jî xwe kust
PeyamaKurd - Li navçeya Eyûbiye bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê zilamekî pêşî bi çekê jina xwe kuşt piştre jî xwe kuşt.
Hat ragihandin zilamekî tevî hevjîna xwe îro 24yê Kanûna 2021ê ku ji bo derzîlêdanê, zaroka xwe ya 6 mehî birin Navenda Tendirûstiya Malbatî ya Yenîce ya li navçeya Eyûbiye.
Hat zanîn ku di navbera herdu hevjînan de di bexçeyê navenda tendirûstiyê de, ji ber sedemên nediyar nîqaş derket û zilamê bi navê M.Ş.B. bi demançeyê hevjîna xwe kuşt û piştre jî dawî li jiyan xwe jî anî.
Li gor zanyariyan heta tîmên tenduristîyê gihîştin cihê bûyerê, herdu hevjînan can daye û cenazezeyên wan ji bo morga nexweşxaneya navçeyê hatiy rakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin