Pêsmergeyê birîndar: Pêsî bombe teqandin, pistre jî gulebaran kirin

05 November 2020 17:00 0 dîtin
Pêsmergeyê birîndar: Pêsî bombe teqandin, pistre jî gulebaran kirin

PeyamaKurd – Efserê Pêşmerge Teyib Ebdullah ku di êrîşa doh 4ê mijdarê ya PKKê de li Çemankê ya Duhokê birîndar bûbû axivî û got, “PKKîyan bombeya ku di bin rêya asfaltê de çandibûn di bin wesayîta me de teqand û piştre gulebaran kirin.”

Teyib Ebdullah ji K24ê re behsa hurgiliyên êrîşê kiriye û gotiye, “Ew cihê ku PKK bombe tê de çandiye, di nav kûrahiya axa Herêma Kurdistanê de dimîne. Me qet texmîn nedikir li wir bûyereke wiha çêbibe. Çunkî ew herêm gelekî dûrî Çiyayê Garê ye. Dema ku me serdana xalên Pêşmerge yên herêmê dikir di bin wesayîta me de bombe teqiya. Ez birîndar bûm. Dema ku me xwest em ji herêmê derkevin jî bi BKC û kanasan gule barandin. Hin gule li wesayîta me ketin. Tevî vê jî fermandarê Pêşmerge ferman da ku em bersiva agirê wan nedin.”

Ebdullah herwiha diyar kiriye ku PKKê berê amadekariya wê êrîşê kiriye û dibêje, “Plana xwe berê çêkiribûn, kemîn danîbûn ber Pêşmerge. Lê em nizanin bê çima ev kirin.”

Pêşmergeyê birîndar da zanîn ku herêma Kurdistanê xwedî statuyeke fermî ye û maf û erkê Pêşmerge ye parastina wê bike û wiha pê de çû:

“Ya ecêb ev e ku ji sînorên bakur hatine û li vir xwe vedişêrin. Erê bila ew keç û xortên Kurd neyên kuştin, lê ne ew ji bo rizgarkirina Bakurê Kurdistanê û mayîna li nav sînorê wê hene? Çima têne nav axa Herêma Kurdistanê êrîşî Pêşmerge dikin?”

Teyib Ebdullah herwiha dide xuyakirin ku ew wekî Pêşmerge û Kurd xwe wekî xwediyê gerîlayan dibînin û dibêje, “Lê ew bi çi awayî têne perwerdekirin ku evqas xirab dibin em tênagihin? Lê belê em dibihîzin ku hinek gerîla dibêjin, em şerê Pêşmerge nakin, ji ber ku ew li welatê xwe ne û rêzê digirin.”