Li Semzînanê bombe bi karwana leskerî de hat teqandin: 7 lesker birîndar bûn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro dema derbasbûna wesayîteke leşkerî li navçeya Şemzînan a Colemêrgê teqînekê rû da.
Li gorî çavkaniyan di encama teqînê de 7 leşker birîndar bûne ku rewşa tenduristiya 3 leşkeran giran e.
Hat zanîn ku teqîn li dorûbera gundê Katûnê yê Şemzînanê dema derbasbûna karwaneke leşkerî pêk hatiye û birîndar bo nexweşxaneya Şemzînanê hatine veguhestin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin