Bombe bi karwana leskerî ya Tirk de hat teqandin

28 April 2021 14:27 0 dîtin
Bombe bi karwana leskerî ya Tirk de hat teqandin

PeyamaKurd – Li başûrê Idlibê bombeyeke vedayî dema derbasbûna karwaneke leşkerî ya artêşa Tirkiyê hat teqandin.

Çavkaniyên ji Idlibê dane xuyakirin ku bûyer doh 27ê Nîsanê li devera Mestûme ya Idlibê rû daye û dema derbasbûna karwana artêşa Tirkiyê bombe pê de hatiye teqandin.

Derbarê teqînê û ziyanên wê de ti daxuyaniyeke fermî ji aliyê Tirkiyê ve nehatiye dayîn, lê belê dîmenên teqînê li ser medya civakî hatin belavkirin.

Koma çekdar a bi  navê Ensar Ebû Bekir es-Sidiq beriya niha 15ê Nîsanê jî êrîşeke bombeyî li dijî karwana Tirk pêk anîbû û berpirsiya xwe ya êrîşê jî eşkere kiribû.