Tirkiyê gundekî Til Temirê bombebaran kir: Endamekî Encûmena Leskerî hat kustin

04 August 2022 11:01 0 dîtin
Tirkiyê gundekî Til Temirê bombebaran kir: Endamekî Encûmena Leskerî hat kustin

PeyamaKurd – Tirkiyê gundekî Til Temirê bombebaran kir û di encamê de endamekî Encûmena Leşkerî ya Til Temirê ya girêdayî HSDê hat kuştin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova belav kir, droneke Tirkiyê gundê Til Cuma yê Aşûrî yê Til Temirê li parêzgeha Hesekê bombebaran kir û di encamê de endamekî Encûmena Leşkerî ya Til Temirê hat kuştin.

Herwiha hat eşkerekirin, hêzên ser bi Tirkiyê ve gundê Tewîle yê ser bi Til Temirê ve da ber topan, bêyî ku tu zanyariyan li ser ziyanên canî yê wê êrîşê diyar bike.