Balafireke Tirkiyê gundekî girêdayî Hewlêrê bombebaran kir
PeyamaKurd – Balafireke şer a Tirkiyê îro Înê zozanên gundê Gundejor li nav sînorê bajarokê Hacî Omeran a girêdayî parêzgeha Hewlêrê bombebaran kir.
Li gorî ragihandina rêveberê bajarokê Hacî Omeran Ebdulwehab Mehmûd bo medya Kurdistanê, ji ber ku di vê demsalê de gund û navçeyên çiyayî yên Gundejor vala ne, di encama bombebaranê de ti ziyaneke canî û madî çênebûye.
Rêveberê bajarokê Hacî Omeranê daye zanîn ku bombebaran li rojhilatê bi hinceta hebûna çekdarên PKKê encam daye ku heman dever bi hinceta hebûna Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Îranê ve jî tê bombebarankirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin