Çekdarên girêdayî Tirkiyê ciwanek ji gundekî Serê Kaniyê kustin

16 November 2020 13:00 0 dîtin
Çekdarên girêdayî Tirkiyê ciwanek ji gundekî Serê Kaniyê kustin

PeyamaKurd – Çekdarên girêdayî Artêşa Tirkiyê, ciwanek ji gundekî Serê Kaniyê kuştin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan diyar kir, koma Polîsên Leşkerî, bi ser gundê Ezîziyê yê li rojavayê Serê Kaniyê de girt û dest bi lêgerên li malan û revandina xortan kir.

Herwiha Rewangehê da zanîn, di dema lêgera li malan de, ciwanek ji tirsa revandinê ji malê reviya, lê çekdaran gule bi awayekî rasterast li wî barandin û ew kuştin.

Ji dema dagîrkirina Serê Kaniyê ji aliyê Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve, tawan, kuştin û revandina welatiyan ji aliyê çekdaran ve berdewam e.