Karwana çaremîn a leskerî ya hêzên Tirkiyê derbasî Babê bû

06 July 2022 13:31 0 dîtin
Karwana çaremîn a leskerî ya hêzên Tirkiyê derbasî Babê bû

PeyamaKurd – Karwana çaremîn a leşkerî ya hêzên Tirkiyê derbasî Babê bû. Karwan ji tank, topxane û çekên din ên giran pêk dihat.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova diyar kir, ev karwana çaremîn a hêzên leşkerî yên hêzên Tirkiyê ye ku di nava du rojên borî de derbasî herêmên gundewarê Helebê dibe.

Hêjayî gotinê ye, derbasbûna van hêzên Tirkiyê di demekê de ye, artêşa Tirkiyê gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li Til Rifet (bakurê Helebê) û Minbicê (rojhilatê Helebê) dixwe.