Wan | Bombe wesayîta leskerî de hat teqandin: 6 lesker birîndar bûn

08 August 2021 15:53 0 dîtin
Wan | Bombe wesayîta leskerî de hat teqandin: 6 lesker birîndar bûn

PeyamaKurd - Li navçeya Şaxê ya bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, dema derbasbûnê de bombe bi wesayîteke leşkerî de hat teqandin.

Hat ragihandin ku li gundê Dingê yê Şaxê yê Wanê, di dema derbasbûna wesayîteke leşkerî de bombe teqiya û di encamê de, 6 leşkerên artêşa tirk birîndar bûn.

Piştî teqînên tîmên tenduristiyê ji cihê bûyerê leşkerên birîndar rakirin nexweşxaneya Şaxê ku hatiye diyarkirin, birînên yek ji wan leşkeran giran in.