Roja hilbijartina seroktiya Rûsyayê diyar bû: Pûtîn dikare du carên din…
PeyamaKurd – Parlamentoya Yekîtiya Rûsyayê, ji bo hilbijartinên seroktiya Rûsyayê roja 17ê Adara 2024an pesend kir. Li gorî yasaya nû ya hilbijartinan Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn dikare du carên din ji bo heyama 6 salan bibe namzedê seroktiyê.
Li gorî nûçeya ajansa RIA Novosti ya Rûsyayê, Parlamentoya Yekîtiya Rûsyayê di civîna xwe ya giştî de, bi 162 dengan biryar da ku hilbijartinên serokatiyê di 17ê Adara 2024an bên lidarxistin.
Seroka Parlamentoyê Valentina Matvienko diyar kir ku biryar destûrê dide kampanyayên hilbijartinê dest pê bikin.
Associated Press ragihandiye ku, Vladimîr Pûtîn ê 71 salî niyet dike careke din bibe namzedê seroktiyê ku hîn namzediya xwe ranegihandiye.
Li gorî guhartinên dawî yên destûra Rûsyayê di sala 2020an de, mafê Pûtîn heye 2 carên din bibe namzedê seroktiyê ku her carekê bi heyama 6 salan li ser kar bimîne. Pûtîn bi vî awayî dikare heta 2033yan wekî serokê Rûsyayê bimîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin