Roja hilbijartina serokkomarê nû yê Iraqê diyar bû!
PeyamaKurd - Roja hilbijartina serokkomarê nû yê Iraqê hat diyarkirin.
Hilbijartina serokkomarê nû yê Iraqê, biryar bû di 25ê vê mehê de bihata kirin, lê ji ber ku hatibû taloqkirin, îro ji aliyê Serokê Parlamentoya Iraqê dîroka nû ya hilbijartinê hat eşkerekirin.
Serokê Parlamentoya Iraqê Muhemed Helbûsî di civîna parlamentoyê de ragihand, ku hilbijartina serokomarê nû yê Iraqê dê di roja 2yê Cotmeha 2018an de were kirin.
Posta serokomariya Iraqê pişka Kurdan e. Di nav partiyên Kurdistanê de jî YNK û PDK li ser wê yekê hevrikiyê dikin.
Kandîdê PDKê bo posta serokomariya Iraqê, Fûad Huseyn e û yê YNKê jî Berhem Salih e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin