Roja hilbijartina serokkomarê Iraqê hat ragihandin

16 March 2022 01:41 0 dîtin
Roja hilbijartina serokkomarê Iraqê hat ragihandin

PeyamaKurd – Serokatiya parlementoya Iraqê roja hilbijartina serokkomarê Iraqê ragihand. Ragihandin ji aliyê serokê parlementoyê Muhammed Halbûsî de hat kirin. Halbûsî got ku piştî lîsta navên namzedên serokkomariyê zelal bibin, wê di 26 ê adarê 2022 an de parlemento bicive û serokkomar bibjêre.

Heya niha 40 namzedên serokkomariyê hene û navê wan hatiye qebûlkirin. Namzedê PDK ê wezîrê karên hundir yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed e û yê YNK ê Berham Salih e.