Li Iraqê 3 roja sîn hat ragihandin!
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El Sûdanî bang li hemû Iraqiyan kir ku îro ji ber êrîşa ku tê de zêdeyî 500 kesan jiyana xwe ji dest dane, xwepêşandanan bikin.
Sûdanî di peyama xwe ya do bi şev li ser platforma xwe ya medyaya civakî parve kir de bang li hemû karmendên dewletê, xwendekarên zanîngehan, xebatkarên sazî û rêxistinan û herwiha hemû xwendekarên dibistanan kir ku li dijî bombeyên li Filistîniyên bêguneh ên ku li nexweşxaneya li Gazzeyê têne dermankirin têne avêtin, xwepêşandanan organîze bikin.
Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim El-Ewvadî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir, li Iraqê 3 roj şîna neteweyî hatiye ragihandin.
Avvadî destnîşan kir, divê civaka navneteweyî êdî dawî li çalakiya îmhayê ya ku ji aliyê Îsraîlê ve li dijî Filistîniyan hatiye destpêkirin, bîne.
Li aliyê din êrîşa do êvarê ya li Gazzeyê ya li dijî Nexweşxaneya Baptist a El Ehlî li Bexdayê hat protestokirin.
Xwepêşander li meydana Tehrîr a Bexdayê kom bûn û êrîş protesto kirin. Xwepêşanderên ku alayên Filistînê hildabûn li dijî Îsraîlê slogan avêtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin