Tirkiye | Qedexeyên roja hilbijartinan hatin ragihandin

21 December 2023 18:33 0 dîtin
Tirkiye | Qedexeyên roja hilbijartinan hatin ragihandin

PeyamaKurd - Qedexeyên roja Hilbijartinên Herêmî yên Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê ku wê 31ê Adara 2024an bê kirin, hatin ragihandin.

Li gorî qedexeyên Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê (YSK) ku di rojnameya fermî de hate ragihandin, roja 31ê Adara 2024an ji demijêmer 06.00 heta demjimêr 23.59 dê ew qedexe derbas bibin.

Qedexeyên ji bo hilbijartinên 31ê Adara 2024an hatine ragihandin ev in:

- Wê roja hilbijartinê ji bilî hêzên ewlekarî û asayîşê ti kes çekan hilnegire.

- Wê di pêvajoya dengdanê de hemû cure kargehên şahiyê girtî bin, tenê restoran dê vekirîbin.

- Bi şertê ku pabendî qedexeyan bin, piştî 18.00ê yên bixwazin dikarin dîlanê bikin.

- Di roja dengdanê de heta 18.00ê dê hemû cure weşanên derbarê encamên hilbijartinan de qedexe bin.

- Di navbera 18.00-21.00ê de tenê agahiyên ji aliyêYSKê ve hatine parvekirin werin ragihandin.

- Piştî 21.00ê dê hemû weşan serbest bin, eger YSK pêwîst bibîne dibe ku beriya 21.00ê jî qedexeya weşanê were rakirin.

- YSKê bal kişand ser ku divê hemû cure saziyên ragihandinê pabendî pîvanên wekhevî û rastgoyê bin.