Rojava | Cezayên binpêkirina qedexeyên koronayê hatin eskere kirin
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê piştî ku îro 6ê Nîsanê ji bo 15 rojan qedexeya çûnûhatinê û derve hat dirêjkirin, ji bo kesên biryaran binpê bikin jî ceza hatin diyarkirin.
Di biryarnameya Rêveberiya Xweser de biryarên bo cezakirinê wiha ne:
1- Ji hemû welatiyan tê xwestin ku li gorî biryara qedexekirina çûn û hatinê tev bigerin da ku pêşî li rewşên muhtemel bigirin û heger li gorî wê tev negerin dê rastî van cezayan werin:
- Cara yekemîn 5 hezar lîreyên Sûriyê
- Cara duyemîn 10 hezar lîreyên Sûriyê
- Cara sêyemîn 15 hezar lîreyên Sûriyê
- Heke rewş gelek caran dubare bibe, kesên ku binpêkirin kiriye dê pereyan 3 qatê cara dawî ku hatine cezakirin anku bide.
2- Erebe û alavên ku li gorî biryarnameya qedexekirinê tev negerin, dê rastî van cezayan werin:
- Cara yekemîn dê rojekê were girtin.
- Cara duyemîn dê 3 rojan were girtin.
- Cara sêyemîn dê hefteyekê were girtin û 25 hezar lîreyên Sûriyê bide.
- Heke ev yek gelek caran dubare bibe, dê kesên vê yekê dikin pereyên 3 qatê cara dawî ku hatine cezakirin, bide.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro 6ê Nîsanê dema qedexekirina çûn û hatinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro heta 15 rojên din dirêj kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin