Roja pêncsemê wê sandeke ENKSê serdana Moskowê bike

02 December 2019 14:52 0 dîtin
Roja pêncsemê wê sandeke ENKSê serdana Moskowê bike

PeymaKurd -  Endamê ENKSê li Herêma Kurdistanê Reşad Silêman ragihand ku şandeke ENKSê dawiya vê heftiyê dê seredana Moskowê bike.

Reşad Silêman di bernameyeke rasyoyê de eşkere kir ew şanda encûmenê dê roja Pêncşemê biçe Rûsyayê û li gel berpirsên Rûsî hejmarek civîn û hevdîtinan pêk bîne.

Li gor wî rayedarê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) şand dê pêşhateyên herî dawî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ligel berpirsên rûsî guftûgo bike lê kîjan rayedarên ENKSê di wê şandê de cih bigirin û herwiha diyar jî nekir, ku ew serdan dê çend rojan bidome.

Beriya niha jî çendîn caranên şandên ENKSê serdana Rûsyayê kirine û bi berpirsên Wezareta Derve ya Rûsyayê û Nûnerê Serokê Rûsyayê yê bo Karûbarên Sûriyê hevdîtin pêk anîne.

Serdana şanda ENKSê bo Rûsyayê di demekê de ye, ku Rojavayê Kurdistanê di proseyeke hesas re derbas dibe û di bin êrîşa Tirkiyê û komên çekdar de ye.

Herwiha bo cara yekemîn ji destpêka qeyrana Sûriyê ve, hêzên artêşa Sûriyê û hêzên Rûsyayê li hin navçeyên Rojavayê Kurdistanê bicih bûne.