Rojava | 219 kes ji Kampa Holê hatin derxistin û vegeriyan malê xwe

29 May 2023 17:30 0 dîtin
Rojava | 219 kes ji Kampa Holê hatin derxistin û vegeriyan malê xwe

PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, 57 malbatên koçber ku li Kampa Holê ya malbat û çekdarên DAIŞê diman, vegerandin malên wan ên li Minbicê.

Hat ragihandin ku Rêveberiya Xweser, bi dilxwazî 57 malbatên ji Minbicê ku ji 219 kesan pêk dihatin vegerandin warên wan.

Berpirsên nivîsgeha derketina ji kampa Holê ragihandine ku ev beş a yekemîn a îsal e û heta niha 43 beş ji kampê derketine.

Hêjayî gotinê ye, Kampa Holê kampeke herî xeternak a cîhanê ye ku bi hezaran malbatên çekdarên DAIŞê yên xwedî îdeolojiya tundrew tê de dimînin. Li gorî amarên dawî li kampê 27 hezar û 816 penaberên iraqî, 483 koçberên Sûriyeyê û 8 hezar û 91 malbatên DAIŞê hene.

Rêveberiya Xweser ji bo koçberên Sûriyeyê yên li kampa Holê ku dixwazin vegerin warê xwe, 10ê Cotmeha 2020an biryarek derxistiye û li gorî wê biryarê malbatên li Kampa Holê bo malên wan têne vegerandin.