Rojava | Ji Kampa Holê 265 kes hatin derxistin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji nav Kampa Holê ya li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, 92 malbatên din ên xelkê bajarê Reqayê hatin derxistin û vegeriyan cihên xwe.
Çavdêriya Mafîn Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand, 92 malbat ku xelkê bajarê Reqayê û gundewarên wê ne û hejmara wan 265 kes in ji kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê derketin û ji bo deverên wan hatin vegerandin ku piraniya wan jin û zarok in.
Hat diyarkirin ku derxistina van malbatan li gor biryara Rêveberiya Xweser a roja 10ê Cotmeha sala borî pêk hatiye. Li gorî biryarê, malbatên kampê yên Sûrî ji bo bajarên xwe têne vegerandin ku ji destpêka îsal ve dora 644 malbat ji wê kampê hatine derxistin.
Kampa Holê yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye û li gorî rayedarên Neteweyên Yekbûyî 62 hezar kes lê dijîn û piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin