Rojava | Berpirsa saneya kustinê ya Kampa Holê hat girtin

16 September 2022 20:40 0 dîtin
Rojava | Berpirsa saneya kustinê ya Kampa Holê hat girtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di operasyona “Mirovî û Ewlehiyê” ya li dijî şaneyên DAIŞê li Kampa Holê de ku bi hevkariya HSD û Hevpeymaniya Navdewletî berdewam dike de, jineke DAIŞî ya berpirsa şaneya kuştinên nav Kampa Holê hatiye desteserkirin.

Li gorî ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jina DAIŞî bi navê Riweyda Hemud Salim 7ê Îlonê di operasyona nav Kampa Holê de hatiye girtin û li xwe mikur hatiye ku wan ji bo kuştina mirovan, li Kampê “Tabûra Ensar El Efîfat”ava kirine û gelek tawan kirine.

Hat zanîn ku Riweyda Hemud Salim ku berpirsa yekem a şaneyên DAIŞê yên li Kampa Holê ye, ji sala 2019an heta niha li kampê gelek bûyerên kuştinê pêk anîne û cenazeyên kuştiyan jî avêtine kanalîzasyonan.

Ew jina DAIŞî mikur hatiye ku ji bo kuştina niştecihên kampê navê ‘Tabûra Ensar El Efîfat’ komek ava kirine.

Li gorî zanyariyên wê jina DAIŞî dane, ew bi navên koma îstixbaratê û koma kuştinê biryara kuştina hêzên ewlekariyê û kesên ku li gorî hişmendiya DAIŞê tevnagerin didin.

Jina DAIŞî Riweyda Salim 33 salî ye û ji Iraqê ye. Di sala 2014an de dema DAIŞ êrîşî Mûsilê dike, bavê wê ji aliyê DAIŞê ve tê revandin û hevjînê wê tevlî DAIŞê dibe û piştre jî ew tevî 2 zarokên xwe derbasî Sûriyê dibe ku hevjînê wê yê DAIŞî jî li Baxozê winda dibe.

Hêjayî bibîrxistinê ye, heta niha bi dehan penaberên li Kampa Holê ku malbatên DAIŞê jî di nav de di nav kampê de hatine kuştin ku piraniya wan jî jin in.