Rojava | Efserê Amerîkî twîta ‘Leskerên Tirk ên terorîst…’ parve kir

17 December 2018 14:02 0 dîtin
Rojava | Efserê Amerîkî twîta ‘Leskerên Tirk ên terorîst…’ parve kir

PeyamaKurd - Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, Fermandarê Amerîkî Sean Ryan twîteke ku dibêje, “Leşkerên terorîst ên tirk sivîlên Rojava kirin armanc” parve kir.

Rojnamevanê Almanî Julian Röpcke tevî wêneyê hesabê twitterê parvekirinek kir û got ku Efserê Amerîkî Sean Ryan twîta, “Leşkerên terorîst ên tirk sivîlên Rojava kirin armanc” parve kir. Keçeke piçûk a diçû dibistanê kuştin” parve kiriye.

Hat zanîn piştî îfşakirina rojnamevanî Almanî, Sean Ryan ew asteng kiriye û Sean Ryan ew twît ji ser hesabê xwe rakiriye.

Ryan piştre daye xuyakirin ku wî tevahiya twîtê nexwendiye û mebesta wî hesabê twitterê jî ragihandina çalakiyên dijî DAIŞê yên li Iraq û Sûriyê ne.