Rojava | Hisyariya pêla 4emînn a koronayê hat dayîn: Ji %75 zûtir belav dibe!
PeyamaKurd - Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa, hişyariya pêla çaremîn a belavbûna vîrusa koronayê da û ragihand, ew ê tedbîrên nû bistînin ji ber ku pêla çaran ji sedî 75 zûtir belav dibe.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê Ciwan Mistefa da zanîn ku niha vîrusa koronayê leztir belav dibe, zarok û kalepîr zêdetir pê dikevin û nîşaneyên wê wekî yên berê ne lê girantir in.
Mistefa hişyarîya belavbûna pêla 4emîn li herêmên Rêveberiya Xweser da û destnîşan kir ku divê xelk pabendî tedbîrên Desteya Tenduristiyê bin.
Ciwan Mistefa da xuyakirin ku ew ê di demên pêş de tedbîrên pêwîst bigirin û got, "Kombûn, şahî û pîrozbahiyên civakî wê neyên lidarxistin. Wê li gorî hejmara pêketiyên vîrusa koronayê qedexeya beşî were ragihandin."
Li gorî amarên dawî li Rojavayê Kurdistanê 149 kesên nû bi vîrusa koronayê ketine û hejmara giştî gihîştiye 19 hezar û 380 kesan. Herwiha 770 kes pê mirine û hezar û 921 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin