Rojava | Li pês çavê dewriyeya rûsî tîma çêkirina xeta elektrîkê hat armanc kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber topbarana artêşa Tirkiyê û komên çekdar bi ser bajaroka Til Temir a Rojavayê Kurdistanê de ku xetên elektrîkê bûne armanc, elektrîk qut bûye.
Li gorî çavkariyên herêmê piştî êrîşa doh Çarşemê ya ser Til Temirê îro jî li gundê Um El-Kêf tîma çêkirina xeta elektrîkê hatiye armanc kirin ku nekarîne xeta elektrîkê çak bikin.
Herwiha çavkaniyan ragihandiye ku dema êrîşê du dewriyeyên Rûsî jî li heremê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin