Polîsên rûsî û asayîsa Rojava li Qamislo dewriyeya hevbes gerandin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Yekşemê 25ê Nîsanê li taxa Teyî ya şer di navbera hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rojava û milîsên rejîma Sûriyê de ev çend roj in rû dide, hêzên asayîşa Rojava û Polîsên Leşkerî yên Rûsyayê dewriyeyeke hevbeş gerandin.
Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku dewriye bi wesayîtên leşkerî yên rûsî û helîkoperan ligel hêzên Ewlekariya Hundirîn li Taxa Teyî hatiye gerandin.
Li gorî zanyariyan dewriyeya hevbeş li deverên şer ên taxa Teyî û li nêzî Dibistana Ebas Elawî û depoya avê ya li navenda taxa geriye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, bi navbeynkariya Rûsyayê û beşdariya fermandarên HSDê cara duyemîn agirbest di navbera hêzên asayîşa Rojava û milîsên rejîmê de hatiye ragihandin ku agirbest ji bo heta sibe careke din hatibû dirêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin