DYAyê li ser îhtîmala serekî nû li Rojava daxuyanî da

18 December 2024 08:54 0 dîtin
DYAyê li ser îhtîmala serekî nû li Rojava daxuyanî da

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand ku ji bo pêşîgirtina li şerekî nû li Rojava, ew bi Tirkiye û HSDê re di nava têkiliyê de ne.

Matthew Miller di civîna xwe ya çapemeniyê de got, “Em bi gelek komên li Sûriyeyê re di nava têkiliyê de ne. Em rewşa Sûriyê dişopînin.”

Miller diyar kir ku agirbesta navbera Tirkiye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li derdora bajarê Minbicê heta dawiya vê hefteyê hatiye dirêjkirin.

Matthew Miller her wiha got, Washington dixwaze ku agirbest heta ku dibe dirêj bibe.

Miller got, "Em bi HSD û Tirkiyeyê re li ser nexşerêyeke pêşerojê gotûbêj dikin."

Miller got: "Em naxwazin ti alî sûdê ji rewşa ne aram a heyî werbigirin û berjewendiyên xwe yên teng li ser hesabê berjewendiyên neteweyî yên Sûriyê berfireh bikin."