Fuad Huseyîn li ser îhtimala operasyonê li Rojava daxuyanî da
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand ku ew hêvî dikin ku hêzên Amerîkî di bin rêveberiya nû ya Amerîka ya bi serokatiya Donald Trump de li Iraqê bimînin. Huseyîn diyar kir ku operasyoneke muhtemel a li Rojava wê bibe xeteriyeke cidî.
Fuad Husên di panela Korbenda Aborî ya Cîhanî ya li Davos a Swîsreyê de axivî.
Huseyîn amaje bi rewşa Rojava jî kir û got, eger Tirkiye êrişî van herêman bike wê bibe metirsiyeke cidî û wê bibe sedema pêleke nû ya koçberiyê ber bi Iraqê.
Fuad Husên li ser hebûna hêzên Amerîkî li Iraqê jî got: "Ez difikirim ku ew ê (li Iraqê) bimînin. Rojhilata Navîn îro bi tevahî ji serdema yekem a rêveberiya Trump cûdatir e. Niha em bi kaosek cûda re rû bi rû ne, û ez hest dikim ku ew ê li herêmê bimînin. "
Amerîka li Iraq û Herêma Kurdistanê 2 hezar û 500 leşkerên xwe hene ku di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî ya şerê li dijî DAIŞê de piştevaniya hêzên ewlehiyê yên Iraqê û Pêşmerge dikin.
Fuad Huseyîn bal kişand ser wê yekê ku pêwendiyên bi Amerîkayê re di çarçoveya peymanên ewlehiyê yên stratejîk de berdewam in û li ser pêwendiyên pêşerojê jî gotûbêj berdewam in.
Huseyîn herwiha bal kişand ser vê yekê ku nakokiyên di navbera Amerîka û Îranê de rasterast bandorê li rewşa Iraqê dike û got, "Em ji van aloziyan nîgeran in û hêvîdar in ku her du alî rêyeke nû diyar bikin."
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Husên diyar kir ku Îran amade ye bi DYA re dest bi diyalogê bike û got, "Me heta niha ti nîşanek ji Waşîngtonê nedîtiye ku amade ne bi Îranê re dest bi diyalogê bikin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin