Rojava | SÎHAya Tirk li Girkê Legê otomobîla HSDê bombe kir: Kustî û birîndar hene

27 September 2022 18:38 0 dîtin
Rojava | SÎHAya Tirk li Girkê Legê otomobîla HSDê bombe kir: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 27ê Îlonê balafireke bêmirov (Drone-SÎHA) ya Tirkiyê otomobîlek li nêzîkî navçeya Girkê Legê ya bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir.

Li gorî ragihandina çavkaniyên nêzîkî Rêveberiya Xweser, di encama êrîşa ku li ser rêya gundê Til Cemal ê girêdayî bajarokê Girkê Legê pêk hatiye de, 2 kesan can daye û hejmarek jî birîndar hene.

Çavdêriya Mafên Mirovan a li Sûriyê (SOHR) jî ragihandiye ku droneke Tirkiyê otomobîleke HSDê bombebaran kiriye û di encamê de şervanên HSDê hatine kuştin ku hejmar nehatine dayîn.

Li gorî çavkaniyên medya Tirk jî di operasyoneke MÎT/TSKê ya bi SÎHAyan de otomobîleke PKK/HSDê hatiye armanckirin û hemû kesên tê de jî can dane.

Hêjayî bibîrxistinê ye, doh 26ê Îlonê jî droneke Tirkiyê avahiya Rêveberiya Xweser a herêma Firatê li bajarê Kobaniyê bombe kiribû û Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê dabû xuyakirin ku di encama êrîşê de ti ziyanek çênebûye.