VIDEO | Xelkê Girkê Legê dewriyeya sêyem a Rûs-Tirk protesto kir

08 November 2019 15:27 0 dîtin
VIDEO | Xelkê Girkê Legê dewriyeya sêyem a Rûs-Tirk protesto kir

PeyamaKurd - Xelkê gundên Girkê Legê wesayîtên zirxî yên beşdarî dewriyeya leşkerên rûs û tirk bûn, dan ber kevir û solên qelaştî û bertek nîşan dan.

Piştî Kobanê û Qamişlo, niha jî xelkê Girkê Legê ya girêdayî Qamişlo dewriyeya hevpar a polîsên leşkerî yên Rûsyayê û artêşa Tirkiyê protesto kirin.

Hejmareke zêde jin, mêr û zarokên Kurd derketin pêşiya karwana dewriyeyê ku di danê sibehê de li gundê Dirna Axa yê herêma Girkê Legê dest bi dewriyeyê kiribû û kevir û solên qetiyayî avêtin wan.