VIDEO | Bi dewriyeya dawî ya Amerîkayê re HSDê xalên sînor teslîm kirin
PeyamaKurd – Hêzên girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Serêkaniyê (Resulayn) dewriyeya hevbeş a leşkerî pêk anîn û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî xalên ewlekariyê yên danîbûn radestî hêzên meclîsa leşkerî kirin.
Di çarçoveya mekanîzmeya ewlekariyê ya rêkeftina sînor a Amerîka-Tirkiye û HSDê de, Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Serêkaniyê yên Sînor bi hêzên Amerîkayê re 6emîn dewriyeya xwe gerandin.
Li gorî çavkaniyan qonaxa dawî ya mekanîzmeya ewlekariyê temam bûye û YPG û YPJê jî xalên xwe yên sînorê radestî hêzên parastina sînor kirin û hinek xalên ewlekariyê jî hatin rakirin.
Hat ragihandin ku îro 3 wesayîtên leşkerî yên Amerîkayê û 5 jî yên Meclîsa Leşkerî ya Serêkaniyê ji gundê Til Erqam ê beldeya Til Xelef a baregeha hevpeymaniya navdewletî derketin û ber bi sînorê Tirkiyê ve dewriye gerandin.
Piştre beşek ji wesayîtan berê xwe dan gundê Eyn Hîsanê û çavderiya rakirina xalên ewlekariyê yên HSDê kirin. Hat dîtin ku şervanên HSDê tevî çekên xwe yên giran ji wan xalan vekişiyan û ew dever radestî meclîsa leşkerî kirin.
Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Serêkaniyê Albîn Harûn jî ragihand ku wan xalên ewlekariyê yên HSDê ji wan dewr standine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin