Rojhilat | Hêzên Îranê gule bi ser gundiyan de resand
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hêzên Îranê gule bi ser xelkên gundekî Rojhilatê Kurdistanê de reşand û 3 kes jî birîndar bûn.
Hate zanîn hejmarek xelkê gundê Axereya Navendê yê navçeya Hawşara Tikabê ya parêzgeha Urmiyeyê, doh li ber deriyê kana keviran a wî gundî kom bûne û ji rayadarên kanê xwestine, soza damezrandinê ya ku hatibû dayîn were bicihanîn.
Rêveberiya kanê ti bersiv nedaye xelkê û alozî di navbera xelkê gund û nobedarê kanê de derketiye ku piştre hêzên ewlekariyê gihîştine cihê bûyerê û gule li xelkê gund reşandin.
Hate ragihandin ku 3 welatiyên bi navên Nasir Behramiyan, Hucet Muminzade û Armîn Nîkzad di êrîşa pasdarên Îranê de birîndar bûn. Piştî wê bûyerê jî hêzên Îranê çend ciwanên gund binçav kirin.
Hêjayî gotinê ye, ji payîza par ve, kompanyayeke bi navê "Terawêrten" ku dest bi karê derxistina keviran ji kana gundê Axere kiriye, soz daye xelkê gund ku wan di kanê de bixebitîne, lê heta niha xelkê her sê gundên Axereya Jorîn, Navend û Jêrîn di kanê de nehatine bicihkirin.
Li nêzîkî van her sê gundan du kanên zêr ên bi navên "Zêrê Axere" û "Zirşoran" jî hene û her sal milyonek û 157 hezar ton zêr ji wan kanan tê derxistin. Li gorî daneyên Rêveberiya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Urmiyeyê di wan kanan 33 milyon û 300 hezar ton rezerva zêr heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin