Rojhilat | Îtilata Îranê ji bo Newrozê gef li hunermendê Kurd ê naskirî xwar
PeyamaKurd – Hunermendê naskirî yê li Rojhilatê Kurdistanê Adil Nadirî, doh pêncşemê rastî lêpirsîna Îtilata rejîma Îranê (hêza îstixbaratê) hat û gefa neçûna aheng Newrozê yên gel lê hat xwarin.
Rejîma Îranê ji bo Newrozê tenê merasîmên xwe ferz kiribûn, lê dîsa jî li seranserê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê gelê Kurd ve Newroz bi ahengên taybet hat pîrozkirin, tevî hemû astengî û binçavkirinan.
Çavkaniyên Rojhilatê Kurdistanê dane xuyakirin, roja Pêncşemê hunermend Adil Nadirîyê xelkê gundê Burîyer ê girêdayî bajarê Sewlava û rûniştiyê bajarê Sineyê, ji bo navenda Îtil`ata Spahê hate banghêjkirin û çend demjimêran lêpirsîn lê hate kirin.
Li gorî çavkaniyeke agahdar, hêzên ewlehîya Îranê gef li hunermendê Kurd xwarin ku xwe ji beşdarîkirina rêûresmên Newrozê biparêze.
Herwiha hat gotin: “Hêzên ewlehîyê ji wî hunermendî re gotine ku tenê dikare beşdarî wan rêûresmên Newrozê bibe ku li jêr çavdêriya navendên ewlehî û hikûmetî têne lidarxistin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin