Rojhilat | Rapora kustin, girtin û binpêkirinên meha Hezîranê hate eskere kirin…

02 July 2023 17:02 0 dîtin
Rojhilat | Rapora kustin, girtin û binpêkirinên meha Hezîranê hate eskere kirin…

PeyamaKurd – Li gorî rapora Tora Mafên Mirov a Kurdistanê, di nav meha Hezîrana 2023yan de, herî kêm 2 kolber li deverên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê bi guleyên hêzên Îranê hatine kuştin û 9 kolber jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku ji 9 kolberên birîndar, 8 ji wan bi guleyên hêzên Îranê birîndar bûne û kesek jî ji ser çiyê ketiye xwarê.

Di rapora Tora Mafên Mirov a Kurdistanê ya meha Hezîranê de hatiye eşkere kirin, 37 welatiyên sivîl ên xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve hatine desteserkirin û li ser 10 kesan jî cezayê girtîgehê hatiye ferzkirin.

Herwiha ji 37 kesên desteserkirî, 5 kes çalakvan bûn û kesek jî ciwanekî 16 salî bûye. Yên ku hatine girtin jî 2 mamostayên olî ne û cezayê wan jî ji şeş meha heta 15 salan e.

Dîsa 7 kesên desteserkirî bi tohmetên cuda hatine darvekirin, 2 jin hatine kuştin û 2 karkeran jî ji ber bûyerên kar can dane xelkê bajarê Dîwandere yê parêzgeha Sine û Îlam bûne û ji aliyê bira û bavên xwe ve hatine kuştin.