Tohmetbarê kustina keça Zindastî yê ji Rojhilat li Stenbolê hat girtin
PeyamaKurd – Tohmetbarê kuştina keç û biraziyê karsaz û mafyagerê kurd ji Rojhilatê Kurdistanê Nacî Şerîfi Zindaştî, Orhan Ungan li Balafirxaneya Sabiha Gokçen a Stenbolê bi pasaporta sexte hat desteserkirin.
Hat zanîn ku Orhan Unganê qaçaxçiyê tilyakê, ji ber pêketina vîrusa koronayê demek berê ji girtîgehê bi destûrî derketiye û dema xwestiye bi pasaporte sexte bireve derveyî welat li Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê hatiye girtin.
Ungan bi kuştina keça Nacî Şerîfî Zindaştî, Arzu Zindaştî û biraziyê wî tê tohmetbarkirin ku gelek tawanên din jî li ser wî hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin